NAVENDA NÛÇEYAN – Endamên Kevana Zêrîn, koroya Widerklang Chor û endamê YJK-E’yê di çarçoveya ‘Rojên Diyaloga bi Ocalan re’ li Berlînê performansek pêşkêş kirin.
Rêber APO ku zêdeyî 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye û 39 meh in tu agahî jê nayên wergirtin nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Rêber APO re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk’ ku 10’ê cotmeha 2023’an destpê kir, di navbera 15-22’ê hezîranê de di bin navê ‘Rojên diyaloga bi Rêber APO re’ li gelek bajaran çalakî têne lidarxistin. Li paytexta Elmanya Berlînê Kevana Zêrîn û koroya Widerklang Chor bi endamên Yekîtiya Jinên Kurd a li Elmanyayê (YJK-E) li qada Mariannenplatzê di çarçoveya ‘Rojên diyaloga bi Rêber APO re’ li dijî tecrîd, îşkence û sîstema qirkirinê ya li Îmraliyê performansek pêşkêş kirin.
Jinên kurd û enternasyonal li ber strana ‘Amara’ performansa xwe nîşan dan û strana ‘Navê we’ ya Awazê Çiya gotin.
Piştî performansê kaxizên biçûk ên li ser paradîgmaya Rêber APO hatin nîşandan. Jin bi vî rengî dixwazin fikrên Abdullah Ocalan li nava hemû gelan belav bikin.