DÊRAZOR – Di bin dirûşma “Bi îrade em ê ciwanan birêxistin bikin, welat azad bikin û Sûriya pêşerojê ava bikin” Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê li bajaroka El-Teyana lîgekî futbolê vekir.
Di maçê de tîma Darinj û tîma El-Teyana hatin cem hev û maç bi serkeftina tîma Darinj a bi 4-3 bi dawî bû.
Ev lîg tîmên ciwanan ên parêzgeha Dêrezorê li hev kom dike.
Di vekirina lîga de hevpeyvînek bi hevserokê Meclisa Ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê re Mihemed El-Samir re hate kirin. Ew diyar kir ku armanca vê lîga birêxistinkirina hejmara herî zêde ya ciwanan li parêzgeha Dêrezorê ye.