FRANKFURT- Li Frankfurt’ê Zanîngeha Geothe jinên xwendekar, ji bo sistema desthiladar a zanîngeha biguherînin û alternatîfan pêşbixin pêngavek nû dan despêkirin. Wê li Frankfurt’ê di encama nîqaş û semîneran de xwe di nava zanîngeha de bêhtir rêxistin bikin. Jinên xwendekar bi semînera li ser ‘Bingeha Jîneolojî’ despê kirin.
Encama nîqaşê jî wuha ragihandin:
“Em xwe dipirsin, çawa em karibin xwe bi hemû hêza xwe di nav zaningehan de birêxistin bikin. Em xwe dipirsin em çawa karibin êdî hebûna xwe li vir diyar bikin û bibin xwedî nasnameyek.
Sistema zaningeh, wek fêrkirin, fêrbûn, li her derê dişibe sistema desthilatdar. Tebaqeyeke jor ku me her tiştî fêr dike û em jî ku guhdar dikin û fêr dibin. Lê belki nerîna me çi ye, rengê me çawa were dîtin? Wek jin em çima pewistî dibînin xwe di alternatifen beramberî ve pergalê xurt tir bikin.
Zanebûn bibe mifteyeke giring ji bo tekoşîn û tekoşîn karibe her tişt biguhere. Li ser vê esasê em îro kom bûn û me nîqaş kir, ji ber ku em dibêjin ji bo ku em tekoşîn bikin divê em fêm bikin ji bo çi. Em jiyaneke çawa dixwazin? Îro me seminerek li ser Jineolojî birêxistin kir û xwe bi taybet li ser mijarên dîroka tevgera, dîroka berxwedana jinê û arkeolojiya jinê kûr kir.
Ji vir û şun ve me pengaveke nû dest pê kir û wek encamê nîqaşan em ê xwe êdî dîsa vir derê li Frankfurtê di nav zaningehê de zêdetir birêxistin bikin. Em ê azadiya jinê, rastiya û pirsgirêkên jinê bi rojev bikin.