NAVENDA NUÇEYAN- 8 û 9’ê Hezîrana îsal Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bi dirûşma “Ciwan û avakirina pêşeroja azad” li paytexta Lubnanê Beyrûtê pêk hatibû.
Ev sazî û rêxistin beşdarî konferansê bûbûn: Yekitiya Ciwanên Demokrat a Iraqê, Beşa Xwendekaran a Partiya Sosyalîst a Yemenê, Yekitiya Ciwanên Suryan ên Pêşverû, çalakvanên ji Sehraya Rojava (Çolistana rojava), Tevgera Siberoja Ciwanên Morîtanyayê, Yekitiya Ciwanên Pêşverû yên Misirê, Yekitiya Jinên Ciwan, Ciwanên Meclisa Civakî ya Ermenî, Meclisa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk, Saziya Nebra Tîm Koş a Çand, Kevneşopî û Xêrxwaziyê, Ciwanên Yekitiya Beth Nehrên, Rêxistina Ciwanên Kurdistanê, Ciwanên Tevgera Çepgir a Şoreşger a Sûriyeyê, Rêxistina Ronesans a Xwendekaran û Ciwanên Kurdistanê, Ciwanên Tevger Bedîl a Misirê, Ciwanên Partiya Komunîst a Kurdistanê, Yekitiya Ciwanên Kurdistanê, Meclisa Ciwanan a Kongreya Demokratîk a Gelan, Rêxistina Azadiya Ciwanên Kurdistanê, Kombûna Nivîskar û Çalakvanên Yemenê û Komeleya Alîkariêyn Mirovî ya ji bo Jin û Zarokan a Efganistanê.
Avakirina Koordînasyona Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yek ji encamên konferansê bû.
Endamê koordînasyonê Zana Mistefa der barê rol û mîsyona koordînasyonê de axivî. Zana Mistefa anî ziman ku koordînasyon mîna desteya rêveber e û got koordînasyon biryarên konferansê dişopîne û berpirsa pêkanîna armancên konferansê ye.
Mistefa diyar kir ku koordînasyon ji 27 çalakvanên ji 24 tevger û rêxistinên ciwanan ên ku beşdarî kongreyê bûne û hejmareke rojnamevan û hiqûqnasan pêk tê.
Zana Mistefa destnîşan kir ku mîsyona koordînasyonê pêkanîna biryarên konferansê, pêşkêşkirina lêkolînan, danîna plan û sazkirina stratejiyên ku tevahî tevgerên ciwanan eleqedar dike, her wiha pêşxistina hewldanan û yekkirina enerjiya ciwanan e.
Zana Mistefa erkên din ên koordînasyonê wiha bi rêz kirin: “Çalakiyên koordînasyonê bi rêxistin dike, şertên qebûlkirin an betalkirina endamtiyê koordînasyonê diyar dike, plana ziyaretkirinê datîne û şandeyên ku ziyaretê bikin, ava dike. Her wiha civîn û panelên hevbeş li dar dixe û ji bo pêşxistina bi tevgerên ciwanan ên cîhanê re dixebite.”