BEHDÎNAN- Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê Şerzan Cûdî û Dîcle Nûrûllah bi wesîleya salvegera 28’an a şehadeta Zeynep Kinaci (Zîlan) ji ANF’ê re axivîn ku Zîlan di sala 1996’an de li Dersimê çalakiya fedaî kir.
Gerîlaya HPG’ê Şerzan Cûdî: Şehîd Zîlan sala 1996’an li dijî êrişên li ser Rêbertî çalakiya fedaî kir. Dema ku hevrê Zîlan çalakî kir li ser gelê Kurd û Rêbertî êrişên mezin hebûn. Di demeke gelekî zehmet de hevala Zîlan bi pêşengiyê rabû û çalakiya fedaî kir. Hevrê Zîlan di nava rêxistinê de yeka gelekî kevn nebû, hevaleke nû bû, şervana salekê bû. Di demeke kurt de Rêbertî nas kir, di vê astê de dilsozê Rêbertî û partiyê bû û bandor li kadro û gel kir. Bi çalakiya xwe cîhan hejand, hebûna gelê Kurd, hebûna jinên Kurd nîşan da. Di serî de jinên Kurd peyameke xurt da jinên cîhanê, peyameke jiyana azad da. Bû manîfestoya jiyana rast. Zîlan dengê tevahiya mirovahiyê bû. Çavkaniya têgihiştîbûna xwe Rêber Apo bû ku felsefeya jiyana azad e. Hevala Zîlan beriya ku çalakiya xwe bike nameyek li pey xwe hişt û got, ‘Xwezî ji canê me bêhtir tiştekî me hebûya ku me feda bikira’. Ev manîfestoyeke. Em jî li ser xeta Zîlan dimeşin û em ê her tim li ser wê xetê bin.