NAVENDA NUÇEYAN- Bîranina Hevseroka Kongra Gel Hacer Zagros bi Rêber APO re:
“Dîtina Rêber APO ne tiştekî normal e. Ji bo min wekî zayînekî nû bû. Bi Rêbertî re jiyankirin, perwerdeya Rêbertî dîtin ji bo me mîladekî bû û şansekî pir mezin bû. Di heman demê de erk û berpirsiyariyekî pir mezin li ser şanê me ye jî. Emê çawa xwedî li keda Rêbertî derbikevin û bibin layiqê vê kedê? Ji ber ku hesreta bi milyonan gel, ciwan û militanan kêliyek be jî Rêbertî dîtin e. Ev pir bi nirx e.
Dema em bi Rêbertî re bûn gelek biranînên me jî çêbûn. Berê li Rojava dema hevalên ku xwendekar tevlî dibûn ji bo perwerdeya Akademiya Ş. Mahsum Korkmaz yekser derbasî saha Rêbertî dibûn. Ez jî dema di sala 1989’an de tevlî Tevgera Azadiyê bûm yekser derbasî Lûbnan- Beka bûm. Dema em gîhîştin akademiyê rûxmê ku min pir nedizanî ez çi bikim jî, bi coşekî mezin min dixwest ez biçim bikevim nav hevalan; ji bo tevlî jiyana qampê bibim. Lê belê dema em çûn min derbasî odeya rêveberî kirin û ruxmê ku min her carê pirs dikir ‘ezê kêngî biçim li gel hevalan?’ her tim digotin ‘heval sebir bike’.
Di PKK de siriyet pir girîng bû. Nedihat gotin ku tê biçî ku dere, tê kî bibînî an jî wê kî were. Wê demê agahiya min nîn bû hevalên ku nû dihatin akademiyê pêwîste despêkê Serokatî wan bibine piştre ew heval dikare bikeve nav hevalan. Piştî demekî ji min re hate gotin ku ‘Serokatî di derse de ye, heta ku Serokatî derbikeve pêwîste tu li vir bimînî.’ Ez demekî li bendê mam. Piştî wê di carekî de tevgerandinek di nava hemû hevalan da çêbû. Taybet hevalên ku di ewlekariya Serokatî de cîh digirtin carekî de ketin tevgerê û Rêbertî ji dibistanê derket. Kêliya yekemîn bû ku ez Serokatî dibinim. Serokatî bi cilê leşkeri û pêlavên sporê bi hevala re nîqaş dike û ji dibistanê derdikeve. Heybeta wê min cirifand. Tabî tarîfkirina vê kêliyê pir ne mûmkun e lê bele sanki ronahiyek, zayînek di hindirê min de çêbû. Serokatî li akademiyê dema dahûrandin diqedand yekser diçû saha futbolê. Wê deme jî derbas bû û banê hemû hevalan kir. Yekser 2 taxim çêkirin û dest bi lîstokê kirin. Ez jî di odeyê de di şibakeyekî piçûk de Serokatî temaşe dikim. Ji ber heval nahêlin ez derbikevim.
Seatek û nîv lîstok berdewam kir. Serokatî 45 deqe futbol leyîst piştî futbolê bê ku bisekine û navber bide derbasî saha voleybolê bû. Westandin tûne bû enerjiyekê muazam di Serok de hebû. 45 deqe jî voleybol lîstin û ez hîna Serokatî temaşe dikim. Jiyana min de maça herî xweş û watedar bû ku min temaşe dikir. Pir li ser min bandor kir. Ji ber wê deme destgirtina me wisa bû; ‘Serok hemû hişk, qalib û dogmatîk in.’ Lê min carekî dît ku Serokatî ji dersê derket, lîstok lîst û bi pisborî dilîst. Taximê ku Serokatî tê de bû serket.
Ez jî hîn di odê de li bendê me. Pişti maç qediya Serokatî derbasî odeya xwe bû û hevalek hat û got ‘heval em biçin’ Min got em biçin ku derê’ got ‘em biçin gel Serokatî’. Dema ew heval wisa got ez di cîhê xwe de hişk bûm, heyecanekî pir mezin min girt û ez sankî winda bûm. Wê demê min nû femkir ku hevalên nû tên akademiyê despêkê Serokatî wan dibîne, nas dike, diyalogan pêş dixe, piştre ew hevalan derbasî nava pêkhateyê dibin.
Dema em derketin ji bo biçin gel Serokatî hevalê kêleka min destê min girt ji bo ez nekevim. Ji ber dizanîbû min çiqas kelecan girtiye. Bê mubalaxa dengê dilê min dihate min. Em gihîştin cem Serokatî, me derî vekir û em ketin hindir. Tabî ez di heyecanê de nizanim çawa silav bidim, çawa biaxivim. Serokatî rabû silav da min û wekî hevalekî ku 10 sale nas dike bi germahiyekî mezin min hembêz kir û maç kir. Piştî wê mîn dît navê min got, ez ji kû derê hatime, ji kîjan zanîngehê tevlî bûme, çi taybetmendiyê min heye hemû ji min re got. Wê deme min şok derbas kir. Tabî ev şopandina û girîngîdayîna Rêbertî ji hevalan re nişan dide. Ez pir kêfxweş bûm. Em rûniştin me sohbet kir ez hinekî rehet bûm. Serokatî diaxivî ez jî diaxivîm, Serokatî dikeniya ez jî dikeniyam. Piştî demekê xwarin amade bû û Serokatî min dawetî xwarinê kir min bi Serok re xwarin xwar. Min carna digot ‘heval’ carna jî digot ‘Serokêmin’. Tam nizanî ez çi bejim lê rehetbûnek hebû. Ez wê keliyê de pir kêfxweşim ku min Serok dîtiye lê ez giraniya Serok nas nakim ji bo vê wekî hevalekî ez rehet nêz dibûm. Hevdîtina min a bi Serokatî re wê deme 30 seat ajot. Ji bo min pir binirx bû ku Serokatî 30 deqeyê xwe ji bo min veqetand.
Gotina Rêbertî ku ji min re got ez qet ji bîr nakim: “Hûn hatin û tevlî şoreşê bûn, ev cesaretekî pir mezin e, biryarekî dîrokî ye. Keçikekî Kurd ji Zanîngeha Helebê were û biryara tevlîbûna tekoşînê bide ev cesaretekî mezin e. Ev ji bo te şoreşek e û dîrokek e. Tu jî biçe bikeve nava pêkhateyê, xwe perwerde bike. Aliyê îdeolojîk de pêwîste tu kesayeta xwe xurt bikî” Piştî wê ez ji odê derketim. Lê ez nizanim çawa çum li gel hevalan. Sankî ez li hewa bûm û difiriyam. Moral û coşekî bêtarîf di min de avabû bû. Coşa tevlîbûna şoreşê cuda bû. Ji ber tu diçî dinyayakî din, cîhanekî mezin û pîroz nas dikî; ev coşekî mezin ava dike.
Lê coşa dîtina Serokatî gelekî cuda bû. Yanî ez bûm kesekî din. Bûm însanekî din, jinekî din, Kurdekî din. Ew Kurdê belengaz, Kurdê şikestî, Kurdê ji xwe bêbawer, Kurdê ku nediwêrî bêje ez Kurdim, ew jina kole û nediwêre dengê xwe bilind bike ji min derket. Piştî tevlîbûna şoreşê, piştî qîmeta ku Serokati da, ez bûm yeke din. Wekî însaneki, wekî Kurdekî, wekî jinekî hestekî pir cuda ava bû di min de. Ez bi vê hestê ve ketim nava hevalên pêkhateyê. Ketim nava cihana PKK û bûme hevalek ji PKK. Ev hêstê ku min jiyan kiriye ji sala 1989’an heta roja me ya îro her diçe mezintir dibe, geştir dibe û watedar dibe.”