NAVENDA NÛÇEYAN- Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyek weşand û got, “Têkoşîna navbera bindest û serdestan di tevahya dîrokê de di astên cuda de dewam kiriye. Îro jî li xaka Kurdistanê şerê qirêj ê ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê dimeşîne gihîştiye qonaxeke girîng. Desthilatdariya faşîst bi seferberkirina hemû hêza xwe hewl dide têkoşîna azadiyê ya Kurd têk bibe. Li hemberî êrişên desthilatdariya faşîst, têkoşîna azadiyê ya gelên bindest li cografya Tirkiye û Kurdistanê bi biryardarî dewam dike.”
Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku faşîzma AKP-MHP’ê ji bo fînansekirina polîtîkayên şer ên li Tirkiye û Kurdistanê dimeşîne, hemû derfetên xwe bi kar tîne.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku yek ji çavkaniyên girîng ên faşîzmê sektora tûrîzmê ye û hate gotin, “Bila gelê me zanibe ku her hatineya li vê qadê dibe bombe, mirin û xwîn li hemberî kedkarên Tirkiye û Kurdistanê.
Desthilatdariya Erdogan ji ber polîtîkayên xwe yên şer li nava gelên cîhanê teşhîr bûye. Gelên cîhanê roj bi roj baştir dibînin ku desthilatdariya wî ji bilî xizanî û şer tiştekî nade gelan.
NEBIN ŞIRÎKÊ ŞERÊ QIRÊJ
Banga me li gelên Tirkiyeyê û cîhanê ew e ku di nava krîza aboriyê de ya ku desthilatdariya AKP-MHP di nav de ye bi ti awayî nebin piştevanê wê. Dema ku mirov asta şerê qirêj û zexta desthilatdariya faşîst bînin ber çavê xwe, divê kes weke tûrîst neçe Tirkiyeyê û nebe şirîkê şerê qirêj. Di nava şert û mercên heyî de çûyîna Tirkiyeyê weke tûrîst û pereyê li vê derê bê xerckirin dibe piştgiriyeke rasterast ji bo dagirkeriya desthilatdariya faşîst a li ser xaka Kurdistanê.
Desthilatdariya faşîst kîjan rêbazê bi kar tîne bila bi kar bîne, wê li hemberî têkoşîna şoreşê ya yekbûyî ya gelên Tirkiye û Kurdistanê têk biçe.
Roj roja bilindkirina têkoşîna azadiyê ya li dijî faşîzmê ye, roja yebkûna li dora ala Şoreşa Yekbûyî ye.
Nebin muşteriyê vê sektora ku şer fînanse dike, nebin şirîkê şerê qirêj.
Yên ku şerê qirêj dimeşînin wê têk biçin, gelên berxwedêr wê bi ser bikevin.”