NAVENDA NÛÇEYAN- 4 ciwanên ji Hesekê, dema hewl dida li nêzî bajarê Dirbêsiyê derbasî Tirkiyeyê bibin, ji aliyê leşkerên dewleta Tirk ve hatin girtin û îşkence li wan kirin.
Leşkeran piştî îşkenceyê her çar ciwan dersînor kirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn 2 ciwan û rakirin nexweşxaneya bajarê Dirbêsiyê. Yezen Hatim Silêman (27) û Hisên Ecac Ecemo (38) yên ji Hesekê, li nexweşxaneyê têne dermankirin.
Heta niha agahî ji her du ciwanên din tune ye.