TORÎNO – “Rojên Diyalogê bi Rêber APO re” ku di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Pirsgirêka Kurd re Çareserî” ku di 10’ê Cotmeha 2023’an de ji aliyê dostên Kurd ve hatiye destpêkirin, di navbera 15 û 22’ê Hezîranê de ji aliyê ciwanên enternasyonalîst ve hate lidarxistin.
Jinên ciwan bi boneya ku Rêber APO di şert û mercên tecrîda girankirî ya mutleq a di pergala îşkenceya Îmraliyê de dîl hatiye girtin û nêzî 4 sal in agahî jê nayê girtin, pêşangeheke hunerî ya bi navê “Jin û xweparastina li dijî mîlîtarîzmê” vekirin û bi pirtûkên Rêber APO re stand vekirin.
Jinên ciwan bi awayekî afirîner çîroka jinan û zilma, ji modela zîgurat û modela fîgurên xwedawendên dayikê yên ku çêkirine, dîroka “şewitandina sêrbazan”, berxwedana bêhejmar ên jinên di dîrokê de û tabloya Sakine Cansız vegotin.
Her wiha Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku îro roj bi roj giran dibe û berxwedana dîrokî ya gerîlayên jin ên li çiyayên azad ên Kurdistanê hatin nîqaşkirin.
Di çalakiyê de felsefeya Rêber APO û xeta azadiya jinê derket pêş.
Di salona hunerê de “teoriya Gulê” ya Onder APO û 5 rêgezên azadiya jinê jî hatin temsîlkirin.
Piştî salona hunerê, li ser heman mijarê semînerek hat lidarxistin.
Bi dehan jinên ciwan û jinên enternasyonalîst ketin nava nîqaşê û piştî nîvro hemû li ser xeta azadiya jinê ya Rêber APO veguherî diyalogê.
Semînera ku îdeolojiya Rêber APO û wateya pergala qetlîama Îmraliyê hate vegotin û bi têkoşîna azadiya jinê ve girêdayî bû, bi dirûşmeyên cîhanî yên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Serok. APO” ve bidawî bû.