KOBANÊ- Yekîtiya Jinên Ciwan li Kobanê pirtûkên Rêber APO dixwînin. 20 jinên ciwan ên ku kar û xebatan da rola xwedî derketina şoreşê girtine li ser milê xwe di parka Rênîwar de kom bûn û ji bo ku rastî û heqîqeta Rêber APO hin zêdetir nas bikin û her wiha xwe di fikir û felsefeya Rêber APO de kûr bikin pirtûka ku behsa jiyana Rêber APO dike xwendin. Jinên ciwan dan diyar kirin ku ji bo em karibin xwe rast rêxistin bikin em lazime Rêber APO û fikrê Rêber APO baş bizanibin.
Ev demekê Yekîtiya Jinên Ciwan li ser asta Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi komên jinên ciwan ji gund heya bajaran grupên xwendinê ava dike. Ev grup heftanê kom dibin û bi hevdû re pirtûkên Rêber APO dixwînin. Heya niha pirtûkên weke ”Jin û Malbat”, ”Sosîyolojiya Azadî” û ”Serpêhatiya min serpêhatiya herkesî” tên xwendin. Weke ku di hemû saziyan de pareznameyên Rêber APO tên xwendin, Yekîtiya Jinên Ciwan jî giringî dide xwendinê û ji ber vê li her derê jinên ciwan kom dibin. Weke ku Rêber APO dibeje di binî her darêkê de akademiyek dikare were vekirin. Jinên ciwan di parkan û malan de kom dibin û xwe perwerde dikin.
Dû jinên Ciwan ku peşdarî grupên xwendinê bûne nêrîna xwe anîn li ser ziman û wiha gotin:
”Navê min Nadiya Xasîya, ez endamê jinên ciwan a bajarê Kobanê me. Weke Yekîtiya Jinên Ciwan em hercar kom dibin û bi hevdû re pirtûkên Serokatî dixwînin. Bi kurdî û bi erebî jî. Em jinên ciwan di malan de, xwendekar an jî jinên ciwan ku di sasiyan de kar dikin kom dikin û em bi hev dû re pirtûk dixwînin. Hedef û armance me bi xwendina pirtûkan ewê ku fikre Rêber APO zedêtir di nava civakê de belav bibe, bi taybet di nav jinên ciwan de. Ji bo her jinên ciwan li ser fikre Rêber APO xwe perwerde bike û her jî xwe bi rêxistin bike. Ji ber ku diyare ku dijmin me her dixwaze dûrî fikre û felsefeya Rêber APO bixe, ji ber vê jî em hewl didin civak û bi taybet jinên ciwan li ser esasê fikre Rêber APO bi rêxistin bikin û em di heman demê de xwe jî di nav de rêxistin bikin û di fikre Rêber APO de xwe kûr bikin.”
”Navê min Nada Şahîn e, ez berdefka Jinên Ciwan a Herema Firatê me. Me îro li hediqê pirtûkên Rêbertî xwend. Ev jî ji bo em fikre Rêber APO baştir nas bikin û xwe perwerde bikin. Taybet em weke jin heqîqeta xwe nas bikin, di nava civakê de, çawa em bibin jinên ciwan ên rêxistinkirî û azadkirî. Em komekê jinên ciwan li vêderê kom bûn ev baş bû. Jinên Ciwan pirtûkênx we xwendin û nêrînên xwe dan. Anîn li ser zima û pêwistiya jin pir heye bi xwendinê, xwe perwerdekirin û xwerêxistinkirinê. Ji xwe xwendinê ji bo me weke perwerde ye ji bo em karibin xwe baştir rêxistin bikin. Yekemîn esasê me jî fikr û felsefeya Rêber APO ye. Em lazime hîn jî bixwînin û xwe li ser vê esasî rêxistin bikin.”