AMED-MÊRDÎN- Li navçeyên Çinar û Şemrexê yên Bakurê Kurdistanê agir bi 17 gundan ket, tê gotin herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûne.
Duh bi şev li gundên bi ser navçeya Çinarê ya Amed ya Bakurê Kurdistanê û gundên bi ser naçveya Şemrexa Mêrdîn ya Bakurê Kurdistanê ve ku cîranên hevin, şewat derket.
Li gorî agahiyan agir li 17 gundên vê herêmê ketiye û belav bûye. Ji ber şewatê li gundên Çinarê û li gundên li navçeya Şemrexê herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin ku gelek kes jî ji ber şewatê birîndar bûne û li nexweşxaneyên Amed, Mêrdîn û Rihayê tên dermankirin.
Hat zanîn ku li van gundan şewat-agir hatiye kontrolkirin û xebatên sarkirinê didomin. Piştî şewatê vê sibehê li herêma şewatê dîmenek matmayî xwe raxist ber çavan.
Bi serokatiya Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn rêveberiya krîzê hat avakirin. Li herêma ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê lê ye şewat hat kontrolkirin. Xebatên cemidandinê didomin. Niha li herêmê 5 wesayîtên tefandina agir û 15 xebatkar xebatên cemidandinê didomînin. Her wiha Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 10 wesayîtên tefandina agir şandin herêma ku şewat lê didome.