Gerîlayê HPG’ê Ciwan Çiyareş got, “Ji bo me gerîlayan çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan gelekî girîng e. Wê çalakiyêji aliyê taktîkê ve pêvajoyeke nû da destpêkirin. di heman demê de li dijî hewldana sûîqestê ya dijmin a li hemberî Rêberê me çalakiyek bû. Bandora çalakiya fedaî ya hevrê Zîlan îro jî dewam dike. Weke gerîlayên azadiyê em vê çalakiyê weke xeta xwe ya têkoşînê ji xwe re dikin esas.”
SERKETINA ME XWE DISPÊRE RÊBAZA WÊ
Gerîlayê HPG’ê Ciwan Çiyareş diyar kir ku dewleta Tirk bi piştgirî û teknîka NATO’yê bi gazên kîmyewî û çekên taktîk nukleer êriş dike û got, “Gerîla li hemberî van êrişan ti carî bêçare nema û tedbîrên nû yên parastinê afirandin. Hate dîtin ku bi rêbazên şerê tunelan serketinên mezin bi dest dikeve. Rêbaza gerîla ya ku serketinê diafirîne xwe dispêre kesayetiya fedaî ya Zîlan. Gel û gerîlayên Kurdistanê xwedî wê hêzê ne ku hemû êrişên dijmin têk bibin. Civaka Kurd êdî zane ku hêza xwe çi ye û dikare li hemberî dagirkeran têbikoşe. Hêvî û baweriyeke mezin da her kesî. Ev yek jî bi saya xeta berxwedanê ya Zîlan û bi hezaran şehîdan pêk hat.”
‘EM Ê LI SER XETA FEDAÎ BIMEŞIN’