ÊLIH – Li Çiyayê Mawa êrîşên ku di 18’ê hezîranê de ku ji aliyê Dewleta Tirka a dagirker ve hatiye destpêkirin, berdewam dike. Hat zanîn ku di şerê qewimî de 2 gerîlayên HPG şehîd bûne û 2 gerîla jî birîndar bûne.
Êrîşên faşîzane ku 18’ê hezîranê de li Çiyayê Mawa û gundê Xirbêkûr yên bi ser navçeya Heskîfa Êlihê ve hatibû destpêkirin. Hat ragihandin ku êrîş berdewam dike. Hat zanîn ku bi desteka SÎHA, F-16 û helîkopteran şer û pevçûn li herêmê didome. Ketin û derketina gundê Xirbêkûr bi kontrolî tê kirin. Hat diyarkirin ku leşker destûrê nadin gundî ji malê derkevin û biçin bax û bostanên xwe av bidin. Dengê sîlehan bênavber ji herêma şer tê.
Li aliyê din hat zanîn ku 2 gerîlayên HPG di pevçûnê de şehîd ketine, li morga Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Êlihê tên sekinandin û 2 gerîlayên birîndar jî li nexweşxaneyê tên dermankirin. Unîteya ku birîndar lê tên dermankirin di dorpêça polîsan de ye û nahêlin ku kes nêzî wê unîteyê bibin.