NAVENDA NUÇEYAN- Di 5’ê Tîrmehê de bi sedan xwendekarên Lîseya Tiergartenê bi merasîmeke bawernameyên xwe yên baqaloriya werdigirin. Ji ber ku hat gotin xwendekaran di hefteyên dawî de li dijî şerê li Xezeyê helwest girtine, pîrozkirina derçûnê li wan hat qedexekirin.
Xwendekaran nehiştin ku xwe bi vê yekê bitirsînin: 49 ji 105 xwendekarên lîseyê xwestin “di merasîma mezûniyetê de ji bo Filistînê rabin ser piyan.”
Dema ku rêveberiya dibistanê ji planan agahdar bû, wan merasîma xelata betal kir. Dixwazin nehêlin xwendekar di şahiya mezûniyetê de kefiyeyê li xwe bikin an jî mîtîngên siyasî li dar bixin.
Di şûna wê de, mezûnên lîseyê divê bêyî dê û bavên xwe dîplamayên xwe li dibistanê bistînin. Bi şêwirmendiya meclisa xwendekaran re, li dijî vê êrîşa li dijî azadiya ramanê wê 5’ê Tîrmehê saet 14’an li ber dibistanê mîtîngek bê lidarxistin.