ŞENGAL – Di 21’ê Hezîranê de li Meclîsa Giştî ya Şengalê, bi armanca xweparastina li dijî qirkirinan civînek hat lidarxistin. Ev civîn di çarçoveya hemleya “Li dijî qirkirina jin bibin dengê xweparastinê” de, ji bo 10’emîn salvegera fermana 74’an a li dijî civaka Êzidî bi pêşengiya TAJÊ (Tevgera Azadiyê Jinên Êzîdî) û YJŞ (Yekitiya Jinên Şengalê)ve hat lidarxistin.
Ji navenda Şengal û gundên derdor gelek kes hatin cem hev. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, ji aliyê nûnera YJŞ’ê ve semînerek hat dayîn. Di semînera ku hati dayîn de giringiya xweparastinê ya gelê Êzidî û pêşengiya jinê ya di vê têkoşînê de hate destnîşankirin.