ŞİRNEX- Gerîlaya YJA-STAR’ê Zeynep Ozkan a 18’ê Hezîranê di êrîşa dagirkeriyê ya li bejahiya gundê Xirbekûr a Herêma Mawa ya li navçeya Heskîfa Êlihê de şehîd bibû. Malbatê duh cenazeyê keça xwe teşhîs kir û ji Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Êlihê wergirt û bir gundê Banayê yê bi ser navçeya Basa Şirnexê.
Rêveberên MEBYA-DER’ê û ferdên malbatê beşdarî merasîmê bûn. Cenaze di bin dorpêça polîsan de li goristana gund hat veşartin.