MARSÎLYA – Ciwanan nerazîbûn nîşanê nêzî 4 sal in tu xeber ji Rêber APO nayê girtin û di bin tecrîda girankirî ya pergala îşkenceya Îmraliyê de dîl tê girtin, dan.
Di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk” ku ji aliyê dostên gelê Kurd ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO di 10’ê Cotmeha 2023’an de hat destpêkirin de, ji aliyê endamên Meclîsa Ciwanan a Şehîd Tîjda Ekecîk ve çalakiya bêîteatiya sivîl hate lidarxistin.
Di mîhrîcana muzîkê ya ku her sal li Marsîlyayê tê lidarxistin de ciwanên APO’yi al û pankartên Rêber APO vekirin û bi qîrîna dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û bi zimanê Fransî azadiya fîzîkî ya Rêber APO xwestin.
Ciwanan pankarta “CPT erka xwe bi cih bîne” vekirin û bang li CPT’yê kirin ku çavê xwe ji Rêber APO re girtiye, di serî de malbat û parêzerên xwe bi ti kesî re hevdîtin nayê kirin.
Li ser navê ciwanan Şahîn Patric axivî û diyar kir ku ew ê her tim li qadên tecrîd û pêkanînên dijhiqûqî yên li ser Rêber APO bin û divê tu kes li hemberî van pêkanînên dijmirovahî bêdeng nemîne.