BEHDÎNAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev agahî parve kir:
“Herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê;
20’ê Hezîranê saet 10:15’an de dagirkerên li herêma Berxwedana Girê FM dema xwestin ber bi tunelên şer ve bi pêş ve biçin, bi taktîka sabotajê hatin gulebarankirin. Di vê çalakiyê de 1 kamera mobesse û 1 projektor hatin rûxandin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.
20’ê Hezîranê saet 16:00’an de li qada Berxwedana Serdemê ya Girê Cûdî dagirkeran bi çekên navîn ên otomatîk hedef girtin û gulebaran kirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
20’ê Hezîranê saet 17:30’an de dagirkerên ku xwestin ber bi tunelên şer ên li herêma Berxwedana Girê Cûdî ve bi pêş ve biçin, bi çekên navîn ên otomatîk hedef hatin girtin û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
20’ê Hezîranê saet 16:00’an de li qada Berxwedana Serdemê ya Girê Cûdî dagirkeran bi çekên navîn ên otomatîk hedef girtin û gulebaran kirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
21’ê Hezîranê saet 03:00’an de 1 kameraya Mobesse ya dagirkeran a li herêma Berxwedana Serdemê ya Girê Cûdî bi taktîkeke sûîqestê hate îmhakirin.
20’ê Hezîranê saet 10:46’an de li herêma Berxwedana Serdemê ya Girê Amediyê dagirkeran bi çekên navîn ên otomatîk hedef girtin û çeperek hate rûxandin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
20’ê Hezîranê saet 14:00’an de 1 kamera Mobesse ya dagirkeran a li herêma Berxwedana Serdemê ya Girê Amediyê bi taktîkeke sûîqestê hate îmhakirin.
20’ê Hezîranê saet 17:30’an û 21’ê Hezîranê saet 01:30’an de li herêma Berxwedana Girê Amediyê dagirkeran bi çekên navîn ên otomatîk hedef girtin û gulebaran kirin.
Herêma Heftanînê;
19’ê Hezîranê saet 15.00’an de li qada Girê Dûpişkê dagirkeran bi çekên giran hedef girtin û gulebaran kirin.
Herêma Metîna;
19’ê Hezîranê saet 18.00’an de li herêma Berxwedana Serê Metîna dagirker bi çekên navîn ên otomotîk hedef hatin girtin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
20’ê Hezîranê saet 18:30’an de li herêma Berxwedana Dergelê dagirkeran bi çekên giran hedef girtin û gulebaran kirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexe;
Di 20’ê Hezîranê de tunelên me yên li qada Berxwedana Serdemê ya Girê FM ya herêma Şehîd Delîl Rojava Zapê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
Di 19, 20 û 21’ê Hezîranê de 4 caran êrîşî qadên Şehîd Cîhan û Sîlê yên herêma Qendîlê, li dijî herêma Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm a herêma Zapê, li herêma Girê Zengil, Gûzê, Sîser, Zêvkê yên herêma Garê êrîşek pêk hat. 5 caran êrîşî Serê Metîna, Bêşîlî, Dergelê ya herêma Metîna ê, 3 caran li herêmên Lolan, Berbizina, Girê Şehîd Hawar ên herêma Xakurkê; Ji aliyê balafirên şer ve bi giştî 16 caran hatiye bombekirin.
“Di 20’ê Hezîranê de qada Berxwedana Serê Metîna ya herêma Metîna ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hate bombekirin.”