NAVENDA NÛÇEYAN- Di çarçoveya planên dagirkeriyê de, duh bişev karwanek leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker derbazî sînorê Kanî Masî ya li bajarokê Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Dihokê bû.
Li gorî dîmenên di medya dijîtal de belav bûne, dewleta Tirk a dagirker karwanek mezin ya leşkerî şandiye sînorê Kanî Masiyê. Lê nehat zanîn ev karwana leşkerî ji Bakurê Kurdistanê şandin yan na. Lê weke ku di dîmen de jî tê dîtin, leşkerên Tirk bi awayek eşkere li nav xaka Başûrê Kurdistanê digerin.
Hêjayî gotinê ye di demên borî de jî hevkariya PDK’ê ya bi dewletaTirk re bi belgeyan eşkere bû û ji raya giştî re hate ragihandin. PDK li rexa baregehên xwe baregehên leşkerên Tirk ava dike û wan diparêze.