GIRKÊ LEGÊ – Îro roja duyemîn û dawî yê pêşangeha pirtûkên Rêber Apo ku Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Girkê Legê bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” li dar dixe. Duh êvarê şahiyekî hat li darxistin û îro jî endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan beşdarî pêşangehê bûn.
Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan axaftinekî hat kirin derbarê tekoşîna Rêber Apo ya ji bo azadiya gelan û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat kirin.
Pêşangeh heya êvarê berdewam e.