REQA – Îro Meclîsa Werzîşê ya Reqayê ji bo bîranîna şehîd Zîlan çalakiyekî li dar xist. Çalakiyên di çarçoveyê salvegera şehadeta şehîd Zîlan wê hefteyekê berdewam bikin.
Di serî de ji bo bîranîna tevahî şehîdên doza azadiyê deqeyeke rêzgirtinê hat rawestîn. Piştre nameya şehîd Zîlan a ji rêveberiya Partiya Karkerên Kurdistanê re hate xwendin û sînevîzyonekî bi nirxandinên Rêber Apo li ser şehîd Zîlan hate nîşandan.
Çalakî bi qîrîna dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.