MARSÎLYA – Di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Pirsgirêka Kurd re çareserî” ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO di 10’ê Cotmeha 2023’an de hatibû destpêkirin, li perava Viaport a Marsîlyayê stand hate vekirin.
Ciwanên endamên Meclîsa Ciwanan a Şehîd Tîjda Ekecîk bi xwendina pirtûkên Rêber APO tecrîda girankirî ya mutleq a li ser Rêber APO û ev nêzî 4 sal in agahî jê nayê girtin, protesto kirin.
Di çalakiyê de hin parêznameyên Rêber APO yên ku bi zimanê Fransî hatine wergerandin, bi qasî saetekê hatin xwendin.
Di dema xwendinê de standa ciwanan eleqeyek mezin kişand. Gelek kesan ji bo ku derbarê Rêber APO de agahiyan bigirin li standê bi ciwanan re nîqaş kirin.
Li ser vê bingehê ciwanan stand vekirin û pirtûkên Rêber APO li temaşevanên derdorê belav kirin. Her wiha li gel qurnefîlan li ser çima û çawa Rêber APO di pergala îşkenceya Îmraliyê de hatiye girtin, broşurên agahdarkirinê hatin belavkirin.
Ciwanan bi qîrîna dirûşmên “Bijî Serok APO” û Fransî çalakiya xwe ya ku nêzî 3 saetan dewam kir, li kêleka govenda ciwanan çalakî bi dawî kirin.