ÎZMÎR- Dewleta Tirk a faşîst tenê bi êrîşên dagirkeriyê nasekine û dijminatiya xwe ya li dijî gel û bi taybet xwezaya Kurdistanê didomîne, her roj Kurdistanê dişewitîne û di bin navê operasyonê de bombebaran dike. Ciwanên welatparêz ên ku ji van polîtîkayên qirkirinê haydar in, li Îzmîr-Bucayê ji bo dewleta Tirk li hemberî êrîşên hovane yên dijmin ên li ser xwezaya Kurdistanê hişyar bikin, çalakiya tolhildanê li dar xistin.
Li girê Buca yê Îzmîrê qada daristanê ji aliyê ciwanên welatparêz ve weke hişyariya dewleta Tirk hat şewitandin. Ciwanên Welatparêz “Êrîşên dagirkeriyê yên li Kurdistanê û her êrîşeke li dijî xwezaya me, wê li rojavayê Tirkiyeyê jî bi heman rengî bersiv were dayîn.”