WAN- YCWK (Yekîtiya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ji bo silavkirina berxwedana gerîlayan 21’ê Hezîranê li Wanê du çalakiyên cuda li dar xistine. YCWK’ê bang li ciwanên Kurdistanê kir ku xwedî nirxên xwe derbikevin.
Daxuyanî wiha ye:
“Çalakiya yekîneyên me yên YCWK Wan!
Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” de, yekîneyên me bi armanca silavkirina berxwedana gerîla, 21’ê Hezîranê li du nuqteyên cuda yên Wanê çalakî li dar xistin. Ev çalakî ji bo silavkirina berxwedana dîrokî ya gerîla hatiye lidarxistin. Em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku xwedî li nirxên xwe derbikevin.”