Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi girtiyan re hevdîtin hatiye kirin û ev yek anîn ziman: “Ji ber sedema cejnê ev nêzî 10 roj in pirsgirêk di xwarinan de heye. Di nava vê demê de bûyerên emelbûnê zêde bûn e. Di xwarina ku 23’yê hezîranê dane girtiyan de (mirîşka şnîtzel) bêhn jê hatiye. Bênavber av hatiye qutkirin û ava kut ê berdan jî gemarî tê. 32 girtiyên li kampûsê ji ber vereşînê û dilxelîniyê sewqî nexweşxaneyê hatine kirin. Piştî tedawiya wan hatiye kirin, girtiyan dîsa birine girtîgehê.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê xwarina paqij ji bo girtiyan bê dayîn û tenduristiya girtiyan bê fikrandin û hat bibîrxistin ku di 14’ê gulana 2024’an de jî dîsa bûyera jehrîbûnê li heman girtîgehê derketiye. Saziyan di daxuyaniyê de bang li rayedaran kirin ku ji bo carek din bûyerên wiha neheqimin demildest berpirsiyarî û wezîfeya xwe bicih bînin.