NAVENDA NÛÇEYAN- Li paytexta Slovenya Ljubljanayê, di çarçoveya ‘Rojên Diyaloga bi Rêber APO re’ çalakiyek hate lidarxistin.
Di çalakiyê de fikrên Rêber APO hatin nîqaşkirin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rengekî wekhev û demokratîk hate destnîşankirin ku divê bi Rêber APO re diyalog bê danîn.
JOHANNESBÛRG
Koma Agahî û Lêkolînê ya Kar a Navneteweyî (ILRIG) di 22-23’ê Hezîranê de Platforma Johannesbûrgê lidar xist. Di çalakiyê de gelek rêxistinên civakî yên Başûrê Efrîkayê piştgirî dan kampanya ji bo azadiya Rêber APO.
Beşdaran dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ wergerandin zimanên IsiZulu, Sothu û Afrikaans û bi vî rengî piştgiriya xwe ji bo kampanya azadî ji Rêber APO re nîşan dan.