QAMİŞLO- Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamya (TEV-ÇAND) di çarçoveya pêngava “Ji Rêber APO re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de, beşên girîng ên dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê bi wêneyên ku li ser dîwaran hatine xêzkirin, nîşan dide.
Xebata çêkirina wêneyan 4’ê Nîsanê di roja rojbûna Rêber APO de dest pê kir. Wênesazên TEV-ÇAND’ê li ser dîwarên derve yên Stadyûma Şehîdên 12’ê Adarê ya li bajarê Qamişlo wêneyên ku duryanên girîng ên Tevgera Azadiya Kurdistanê nîşan didin xêz kirin.
Di xebata ku navê “Meşa Azadiyê” lê hatiye kirin, bi dawî bûye de 25 hatine xêzkirin. Li ser her wêneyekê jî dîrok û navê merheleya girîng a dîroka Tevgera Azadiyê hatiye nevîsandin.
DI ROJÊN PÊŞ DE WÊ DANASÎNA BÊ KIRIN
Rêvebira TEV-ÇAND’ê ya Kantona Cizîrê Sumeya Mihemed diyar kir ku xebata wan bi dawî bûye û destnîşan kir ku dê di rojên pêş de bi merasîmekê danasîna wêneyan bikin.