DÊRAZOR – Komîteya Çalakiyên Ciwanan ya Desteya Ciwan û Werzişê li gundê El-Husan ê rojavayê Dêrazorê semînerekî li ser şerê taybet organîzekir.
Di semînerê de şêwazên şerê taybet û bandorê wê li ser ciwanan hat şîrove kirin. Her wiha hat destnîşan kirin ku şerê taybet ji aliyê dewletên kapîtalîst ve tê meşandin da ku enerjiya ciwanan vala bikin û wan ji têkoşîna xwe ya ji bo welatê xwe dûr bixe.
Nîqaş li ser çawaniya derbaskirina şerê taybet û çareseriyên pêwîst hatin kirin.