HESEKÊ- Civin bi tevlîbûna endamên Jinên Ciwan ên PYD û Meqteba Jin a PYD li ser asta Bakûr û Rojhilatê Sûriyê pêk tê. Endam jî Şehab, Heleb heya Dirbesiyê û Derîkê pêşdarî civinê dibin.
Di bi silogana ”Rêxistin û Parastina Jinên Ciwan Misogeriya azadiya civakê ye” civin diyarî Şehîd Vejîn Jiyan hat kirin. Di heman demê de Şehîd Bişeng Brûsk û Şehîd Sara Hogir Riha ku sala borî li Heremên Parastinê yên Mediya şehîd bûn, di civinê de hatin bibîranin.
Civin bi deqeyek rêzgirtin despê kir. Piştî vê li ser navê Jinên Ciwan ên PYD Sara Husseyin axaftina vekirinê kir. Di heman demê de jî ji ber ku em nezî salvegera şehadeta Şehîd Zîlan dibin Sara Husseyin bal kişand li ser bandoriya çalakiya wê heya roja me ya îro. Da diyar kirin ku Zîlan jî jinek ciwan bû, ku ji ber ku ji siyasetê fem dikir gihiştibû astekê pêşketî û ji ber vê dikaribû çalakiyekê wiha bi bandor pêk bîne. Piştî vê sinevisyonek li ser nirxandinên Rêber APO li ser giringiya rêxistinkirina jinên ciwan hat temaşe kirin.
Her wiha rapora dû salan a xebatê Jinên Ciwan ên PYD hat xwendin û civin bi nirxandinên jinên ciwan dewam kir. Sekna me di xeta Rêber APO de hat nirxandin. Jinên Ciwan li hemberî rewşa Rêber APO bi rexnedayîn nez bûn û anîn li ser ziman ku pewîste xebat ji bo azadiya fizikî ya Rêber APO bi şewazên cûr bi cûr were dewlemend û xurt kirin. Hat rexnekirin ku gelek caran tarzê çalakî dûbarê dibe û wisa zedê bal nakişîne. Piştî vê rewşa rêxistinî hat nirxandin û jinên ciwan li ser rewşa kar û xebatê jinên ciwan ên PYD niqaş kirin. Rexne û rexnedayîn pêşketin.
Civin hîn jî dewam dike û vê bi derxistina plansasiyên dû salan û diyarkirina meclîsa jinên ciwan ên PYD bi dawî bibe.