HESEKÊ- Li Hesekê Jinên Ciwan ên PYD civina xwe ya berfireh a dû salan li dar dixin.
Di derbarê niqaşên civinê de endamên Jinên Ciwan ên PYD ji ajansê me re axafin:
”Navê min Sara Husseyin, xebatê jinên ciwan ên PYD li ser asta Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dikim. îro me civina xwe ya dûyemîn li ser asta Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li dar xist. Ev di bin silogana ”Rêxistin û Parastina Jinên Ciwan Misogeriya azadiya civakê ye” pêk hat. Ev civin pir giringe ji ber ku ewqaş endam hatin. Civin bi deqeyek rêzgirtin despê kir. Piştî vê jî dahurandinên Serokatî bi reya sinevisyonê hatin pêş gêş kirin. Her wiha rapora dû salan bi nirxandinên kar û xebatê jinên ciwan ên PD hat xwendin. Rewşa Rêbertî û rewşa siyasî hatin nirxandin. Taybet li ser çawa jinên ciwan lazime xwe rêxistin bikin hat niqaş kirin. Pêşniya ji bo kar û xebatê dû salên pêşda hatin kirin. Di dawiyê de vê hilbijartina berdefkan were çekirin ji bo temsîla meclîsa jinên ciwan ên PYD were kirin.
Kongra Yekîtiya Jinên Ciwan jî li pêşiya me ye. Em amadekariya vê dikin ji bo em diyar bikin em weke jinên ciwan ên partiyek siyasî çawa di vê kongre de rolê xwe bileyizin.”
”Despêkê navê min Sandî Reşîd e. Ez berdefa xwe ya Jinên Ciwan ên PYD a bajarê Qamişlo me. Ev civina me li ser asta Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û ya dû salanê ye. Nirxandina kar û xebatê dû salan were kirin. Komiteyên me werin li darxistin û weke jinên ciwan ên PYD emê meclîsa xwe hilbijerin. Ev jî hazirtiyekê ji kongreya Yekîtiya Jinên Ciwan e. Di civinê de rewşa siyasî û rewşa Rêbertî hatin nirxandin. Perspektîfê Rêbertî û rapora dû salan hatin xwendin. Niqaş li ser rola jin di nava siyasetê de hat kirin. Jin û siyasetê gelekê bi hev dû ve giredayê ne. Ev jî ji bo jinên ciwan giringe ku em binirxînin em çawa weke jin xwe di siyasetê de pêş bixin. Weke ku em jî dizanin dewlet hertim jin ji siyasetê qût girtiye û siyaset di çarçoveyekê teng a zilam de hiştiye, di hişmendiya dewletperest de hiştiye. Em weke jinên ciwan ên PYD bersiva vê didin da ku em weke jin di milê siyasetê de xwe îspat bikin. Ji bo em di rojhilata navîn de û bi netewên ditir re weke ermen, çerkes, asûriyan, ji bo em bi wan re tekîlî ava bikin û siyasetê xwe xurt bikin. Ji bo em wisa jî bibin bersiv ji êrîşên dijmin re. Ji ber ku siyaset ne karê zilame ye, ji bo siyaset barê herî mezin êdî jin tê de rol bileyize.
Ji bo kongreya Yekîtiya Jinên Ciwan jî em niha meclîsa xwe derdixin ji bo em wekê jinên ciwan ên PYD bi hazirtî derbasî kongre bibin. Em jî weke jinên ciwanên PYD di bin siwana Yekîtiya Jinên Ciwan de ne. Em jî dixwazin bi hazirtî derbasî vê kongre dibin. Ji ber vê em meclîsê xwe, kîtleyê xwe hazir dikin ji bo em bi bingehekê siyasî û hezekê mezîn derbasî kongre bibin.”