ŞEHBA- Li Şehba li navçeya Ehdas bi pêşengtîya Yekitiya Jinên Ciwan komxebatekê li ser ekolojî hat li darxistin. Komxebat di şexsê Şehîd Zîlan (Zeynep Kınacı) de ji bo tevahî şehîdên şoreşê daqeyekê rêzgirtin destpêkir. Piştre perspektîfê Serokatî di derbarê Ekolî de hat guhdarkirin. Her wiha sinevizyon ser zanista ekolojî hat temaşe kirin. Nirxandinên berfireh ji hêla jinên ciwan ve hat kirin. Hat diyar kirin ku yek xalê herî esasî a paradigmaya me ku em dixwazin civakekê li ser vê esasê avabikin Ekoloji ye jiber wê pêwiste wek encamê vê komxebate her jinekî ciwan di komîna xwe de bi vî xebatê re mijul bibe.
Pêşniyarên ku di komxebatê de derketin pêş ev bûn.
Di derbarê Ekolojî de broşur werin belav kirin.
Li kominan de semîner an jî sinevizyon di derbarê Ekolojî de werin dayîn û tamaşekirin.
Di çerçoveya “Axa xwe û taxa xwe û welatê xwe biparêze” de hemleya paqijî werin destpêkirin.