DÊRAZOR – Komîteya Jinên Ciwan û Komîteya Çalakiyan ê Desteya Ciwan û Werzîşê semîneran li dardixin.
Komîteya Jinên Ciwan semînerekî li ser çand û exlaq da. Têgîna çand û exlaqê hatin nîqaş kirin û li ser vê mijarê beşdaran nêrînên xwe anîn ziman. Civîn bi van çend encaman bi dawî bû: Zêdetir dersên hişyariyê ji bo civakê werin dayîn; Perwerdekirina û hedefdayîna ciwanan, hem li meclîsan, cihên werzîşê û li dibistanan.
Komîteya Çalakiyên Ciwanan a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Dêrezorê jî semînerekî li ser madeyên hişbir organîze kir. Madeyên hişbir, cureyên wê û bandorên wê hatin penase kirin. Beşdaran tekez kirin ku mijara madeyên hişber pirsgirêkek cidî ye û divê her kes beşdarî tekoşîna dijî wê bibe. Encamên semîner ev bûn: Hişyarkirina civakê bi rêya dersên derbarê metirsiya madeyên hişber li ser civakê; naskirina kaniyên van maddeyan û wan bi awayekî tund bidin sekinandin; şopandina zarokên xwe û perwerdekirina wan li malê li ser metirsiyên wê.
Komîteya Jinên Ciwan li ser zewaca keçên bi temen biçûk li taxa Rojava (El-Hewac) semînerekî li dar xist. Di semîner de van pêşniyar hatin kirin: zêdekirina dersên hişyariyê; pêşkêşkirina dewreyên pîşeyî ji bo jinan.