Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Başûr

KCK: Divê Başûrê Kurdistanê û Iraq li dijî dagirkeriya Tirk rabin ser piyan!

KCK'ê diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir û desteser bike û di serî de Kurd bang li gelên Iraqê kir ku li ber vê dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe bidin û têkoşînê mezin bikin.

Edîtor: Axin Mahir Dicle
26/06/2024 - 11:55
di nav Başûr, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: Divê Başûrê Kurdistanê û Iraq li dijî dagirkeriya Tirk rabin ser piyan!
ParvekeTweet

BEHDÎNAN- Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê got, “Dewleta Tirk ji bo êrişên nû pêk bîne û bikeve nava hewldanên nû yên dagirkeriyê hêza xwe ya leşkerî li xaka Başûrê Kurdistanê dicivîne.

22’ê Hezîranê konvoyeke mezin a ji qemyon û wesayitên zirxî ji Amediyê derbasî Kanî Masî bû. Şeva 23’ê Hezîranê konvoyeke leşkerî ya ji wesayitên zirxî û artêşa Tirk ji Dihokê derbasî Amediyê bû. Şeva 24’ê Hezîranê cara sêyemîn konvoyeke mezin a ji wesayitên zirxî û çekên giran derbasî Amediyê hate kirin. Liv û tevgera leşkerî ya li navbera herêman dewam dike.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Li vê xaka ku di bin berpirsyariya hevpar a Iraq û Başûrê Kurdistanê de ye, dagirkeriya Tirk bi agahdarî û erêkirina rêveberiya PDK’ê û hikumeta Bexdayê pêk tê.” Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir, “Rêveberiya Bexdayê ku tim û tim qala serweriya xwe û yekparebûna xaka Iraqê dike, bi peymana ku navê ‘lihevkirina ewlekariya sînor’ lê kiriye û bi Tirkiyeyê re mohr kiriye, zemîna wê yekê amade dike ku dagirkeriya Tirk asayî û rewa bike. Di rewşeke welê de ku artêşa Tirk bi 30-40 kîlometreyî ketiye nava xaka Iraqê, li ser vê xakê bi sedan baregehên leşkerî û qereqol ava kiriye, qada hewayî û bejahî binpê dike, mirov nikare qala ewlehiya sînor a Iraqê û serweriya Iraqê bike.”

PDK HEMÛ DERFETÊN XWE DIXE XIZMETA ARTÊŞA TIRK

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê işaret bi van xusûsan kir:

“PDK jî di vê mijarê de helwesteke hîn çalak nîşan dide û ji bo temamkirina dagirkeriya Tirk hemû derfetên xwe pêşkêşî xizmeta artêşa Tirk dike. PDK parastina baregeh û qereqolên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê dike. Niha jî ji bo operasyonên nû yên dagirkeriyê ewlekariya sewqiyata leşkerî ya artêşa Tirk dike, yekser tevlî karê bicihbûn, stargeh, sewqiyat û lojîstîkê yên leşkerên Tirk dibe, ji xwe re dike wezîfe. Rêveberiya PDK û malbata Barzanî ji ber vê helwesta xwe, di rijandina keç û xortên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de ku li dijî dewleta Tirk a faşîst qirker şer dikin, bi qasî dewleta Tirk berpirsyar e. Divê gelê Kurd van têkiliyên nexêr û qirêj ên PDK’ê yên bi dewleta Tirk a qirker bibîne. Bi rengekî şênber eşkere bûye ku ji bilî parastina malbat û derdora xwe, ji bilî dewlemendkirina xwe ti eleqeya van bi Kurdîtiyê û Kurdistanê re nîne. Ne bi vî rengî bûya wê PDK li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di vê astê de hevkarî bi dewleta Tirk re nekiribûya.

Leşkerên Tirk li qadên ku dagir kiriye herêmên qedexekirî radigihînin, hewl didin herêman ji mirovan xalî bikin, li qadên ku baregehên leşkerî lê danîne kontrola nasnameyan dikin, ji bo çûn û hatina gundiyan a li bexçe û zeviyên xwe li ser gundiyan ferz dikin ku destûrê ji leşkerên Tirk bixwazin. Dewleta Tirk bi vê rêbazê, polîtîkaya valakirin û koçberkirina gundan bi rêk û pêk dimeşîne. Dewleta Iraqê û desthilatdariya PDK’ê li hemberî vê polîtîkayê ti helwestê nîşan nade, zemînê ji wê yekê re amade dike ku bi hezaran ciwanên Kurd birevin Ewropayê û di rê de bi rengekî trajîk bimirin.

Helwesta rêveberiyên Bexda û Hewlêrê ku ti nerazîbûnê nîşanî dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê nadin, li ser paşeroja civakên li Iraqê metirsiyeke cidî ye. Metirsî ew e ku dagirkeriya Tirk mayinde bibe û bi demê re veguhere desteserkirinê. Lê belê li gel xemsariya herdu rêveberiyan, her wiha xemsarî û bêhelwestiya partiyên siyasî, çapemenî, rojnamevan, eşîr, komên baweriyan, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û civaka li Iraqê normal nîne. Bi taybetî ciwanên Kurdistanê yên welatparêz divê li hemberî van êrişên bêrûmet ên dewleta Tirk a dagirker û qirker, bêdeng nemînin û nerazîbûneke xurt nîşan bidin.

DEWLETA TIRK BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DAGIR Û DESTESER DIKE

Di serî de xelkê Başûrê Kurdistanê divê Iraqî hemû li hemberî dagirkerî û desteserkariya artêşa Tirk a li xaka wan, helwestê nîşan bidin. Divê polîtîkayên hikumetên xwe red bikin ku dagirkeriya Tirk rewa dikin û li dijî dagirkeriyê helwesteke çalak nîşan bidin; ji bo valakirina baregehên Tirk ên li ser xaka Iraqê û bidawîkirina dagirkeriay Tirk divê meş, mîtîng û çalakiyan lidar bixin. Ji ber ku dewleta Tirk a mêtinger qirker bi binpêkirina her cûre exlaq û hiqûqa navneteweyî li pêş çavên cîhanê xaka Başûrê Kurdistanê bi rengekî eşkere dagir dike, desteser dike. Wezîfeya esasî ya her Kurd û Iraqiyekî ye ku li ber vê yekê rabe û li ber xwe bide.

Ji ber vê jî di serî de Kurd divê her mirovekî ji gelên Iraqê li gorî pîvana mirovbûyîn û azadiyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe bidin, dengê xwe bilind bikin û têbikoşin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Desteya Ciwan a Dêrazor semîneran dide

Nivîsa Pêş

Fermandar Bêrîtan Nûrhak Çiya şehîd bû

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Fermandar Bêrîtan Nûrhak Çiya şehîd bû

Fermandar Bêrîtan Nûrhak Çiya şehîd bû

‘Dagirker li hemberî sekna bi rûmet a Kurdan, mehkûmî têkçûnê ne’

‘Dagirker li hemberî sekna bi rûmet a Kurdan, mehkûmî têkçûnê ne’

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.