KOBANÊ- Yekîtiya Jinên Ciwan bi boneya 28’emîn salvegera şoreşgera jin a şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiya fedaî pêk anî, li kantonên Firatê 4’emîn Mîhrîcana Şehîd Zîlan li dar dixe.
Merasîma 4’emîn a Şehîd Zîlan Festivanli ku bi dirûşmeya ‘Zîlan Xwedawenda Azadiyê ye’ tê organîzekirin wê di 30’ê Hezîranê de li Kobanê ya Kantona Firatê bê lidarxistin.
Di mîhrîcana ku 30’ê Hezîranê saet 17:00’an de li Qada Jina Azad a Kobanê tê lidarxistin, wê gelek çalakiyên çandî û werzîşî bên lidarxistin.
Li ser vê bingehê amadekariyên festîvalê ji aliyê endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên Kobanê ve berdewam dikin. Jinên ciwan bi daliqandina posterên mîhrîcanê li tevahiya bajêr bang li gelê Kobanê yên ji bo tevlîbûna festîvalê kirin.