HEILBRONN – Gelê Kurdistanê û dostên wan ên ku bi pêşengiya ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) hatin cem hev, tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê protesto kirin.
Girseya ku bi boneya 13. salvegera çalakiya “Nobeda Azadiyê” ya di 25’ê Hezîrana 2012’an de li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hat destpêkirin, bertek nîşanî bêdengiya CPT’ê ya li hemberî tecrîda li ser Rêber APO dan.
Di çalakiya ku di çarçoveya Pêngava Azadiya Rêber APO, Çareseriya Demokratîk a Pirsgirêka Kurd de pêk hat de, li ser navê TCŞ’ê Resûl Bahoz axivî û ji bo şehîdên Kurdistanê deqîqeyek rêz hate girtin.
Resûl Bahoz di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji welatiyên ku di encama şewata li Amed û Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dane xwest.
Resûl Bahoz got, “Divê em piştgiriyê bidin Rêber APO û vê tecrîdê li 4 parçeyên Kurdistanê, Ewropa û li hemû cîhanê ji holê rakin. Dijminê me yê xwînmij dixwaze tecrîdê girantir bike û naxwaze ku em ji Rêber APO gotinekê bibihîzin, dixwazin tecrîda li ser Rêber APO girantir bikin, dewletên Ewropayê jî di nav de dixwazin Kurdistanê îstismar bikin. Em weke gel û dostên Kurdistanê bang li hemû gelê xwe dikin ku xwedî li Rêber APO derkevin.
Resûl Bahoz di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelê Kurdistanê û bi taybet ciwanan kir ku weke pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO hatiye destpêkirin kete qonaxa xwe ya 2. berxwedanê bikin.