ŞENGAL- Li Şengal’ê ji bo salvegera şehadet û çalakiya mezin a Şehîd Zîlan bîranîn çêkirin. Di bîranîna Şehîd Zîlan de bi deqeyek rêzgirtin li ser rihê şehîdên şoreşê despêkir. Piştî rêzgirtinê li ser jiyan û çalakiya Şehîd Zîlan sînevizyonek hate temaşekirin. Nameya şehîd Zîlan ku beriya biçe çalakiyê nivîsandiye hate xwandin. Bîranînê de endamê Yekîtiya Ciwanên Ezîdxan Reşo Şengal li ser girîngiya çalakiya Şehîd Zîlan axivî û wuha got:
“Hedef û armanca şehîd Zîlan pir mezin bû. Ji bo vê karibû weke jinekî azad jiyan bike. Ev çalakiya dîrokî ya Şehîd Zîlan rêya azadiya jinê jî vekir.”
Bîranîn bi soza tolhildana şehîda ve bidawî bû.