HELEB – Duh danê êvarê Tevgera Ciwanên Şoreşger ê bajarê Helebê ji bo bîranîna şehadeta şehîd Zîlan meşekî erebeyan li dar xist. Bi dehan ciwan û jinên ciwan beşdarî çalakiyê bûn.
Meşa erebe bi al û stranên şoreşgerî li taxa Şêxmeqsûd geriya. Dirûşmeyên “Ciwan fedayî Rêber Apo ne”, “Bê serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” jî hatin berz kirin.