REQA – Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Reqayê bi boneya Roja Têkoşîna Dijî Madeyên Hişber a Cîhanê konferansekî li dar xist.
Konferans bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan destpê kir. Piştre li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hisên Osman axivî.
Piştre jî hevserokê Komîteya Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Muslim Mihemed, li ser navê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cûdî Mihemed û li ser navê Desteya Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi zimanê Kurdî Dilêr Tem û bi zimanê erebî Elî Hesen axivîn.
Piştre general Alî Haco bi mertalê têkoşîna li dijî tiryakê hate rêzgirtin.
Konferans bi qîrîna dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.