HAMBURG – Lîga Futbolê ya Ewropayê niha li Elmanyayê tê lidarxistin. Du roj beriya maça futbolê ya Tirkiye-Çekoslovakya alîgirên tîma St.Paulî li ser dîwaran peyamên piştgiriya Tevgera Azadiya Kurdistanê nivîsandin.
Li nêzî stadyumê ‘Azadiya Kurdistan’ û ‘Alîgirên St Paulî li dijî faşîzma Tirkiyeyê ne’ hatin nivîsandin. Rêya ku diçe stadyumê ku lîstikvanên tirk lê derbas dibûn bi rengên sor û zer hat boyaxkirin.
Nivîsên li ser dîwaran hatin veşartin û cihên bi rengên sor û zer hatine boyaxkirin talîmat hat dayîn ku demildest bên girtin. Ne diyar e ku ev talîmat ji aliyê UEFA’yê ve hatiye dayîn yan jî ji aliyê polîsên Tirk ên ku ji bo parastina futbolê li Hambûrgê cihê xwe girtine hatiye dayîn.
Serokê Giştî yê Partiya Çep a Elman Ozdemîr, têkildarî mijarê di çarçoveya siyasî de lêpirsîn da destpêkirin. Di lêpirsînê de hat gotin, “Skandala bajarê Hambûrgê ku di roja maça Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê de dengê mûxalîfan qut kir.”