MÊRDÎN- YCWK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Yekîneyên Qoserê li dijî TOMA’yan çalakî pêk anîn û bi polîsan re pevçûn kirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev çalakî li dijî tecrîda mutleq a li ser Rêber APO tê meşandin pêkhatiye.
Daxuyanî wiha ye:
“Çalakiyên yekîneyên me yên YCWK’ê yên Qoserê!
Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” de yekîneyên me êvara 26’ê Hezîranê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li dijî TOMA’yan çalakî pêk anîn û bi polîsan re pevçûn derket.
Ev çalakî li dijî tecrîda mutleq a li ser Rêber APO hate kirin. Em bang li ciwanên welatparêz ên Kurdistanê dikin ku heta encam negirin ji kolanan venekişin!
Bijî Şerê Gel ê Şoreşgerî