QAMIŞLO – Desteya Aborî ya herêma Cizîrê bi boneya salvegera 28’emîn a şehadeta şehîd Zîlan komxebatek bi amadebûna bi hemû endam û rêveberan re li dar xist.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna tevahî şehîdên doza azadiyê dest pê kir.
Piştî wê nameya şehîd Zîlan ji Rêber Apo re ji bo çalakiya xwe ya fedayî hat xwendin.
Piştre dîmenekî li ser jiyana şehîd Zîlan hat pêşkêşkirin. Merasîm bi berzkirina dirûşmeyan û bi tilîliyan bi dawî bû.