NAVENDA NÛÇEYAN – Îro danê sibê dîmenên leşkerên Tirk ên li ser sînorê Nisêbîn/Qamişlo yê li herêma Koprubaşi ya navçeya Mêrdîn Nisêbînê li ser zeviyên gundiyan dişewitin, kêlî bi kêlî di kamerayan de hatin kişandin.
Di dîmenên gundiyan de bi awayekî zelal derket holê ku dewleta Tirk li pişt şewatên bi guman ên li her çar aliyê Kurdistanê ye.
Dewleta Tirk a ku li qadên parastina Medya derb bi derbe li gerîlayên azadiyê xwar, bi vêxistina agir hewl dide têkçûna xwe veşêre.