QAMIŞLO – Şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) 30’ê Hezîrana 1996’an çalakiyeke fedaî li dijî merasîma leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker li Dêrsimê pêk anîbû. Di encama çalakiyê de bi dehan leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin. Çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan wekî berisv li hemberî hewldana hedefgirtina Rêber Apo a 6’ê hezîrana heman salê hatibû kirin.
Ji bo bîranîna şehîd Zîlan, Yekitiya Jinên Ciwan 4’emîn Festîvala Şehîd Zîlan bi dirûşma “Zîlan xwedawenda azadiyê” li Parka Azadî ya rojavayê bajarê Qamişlo li dar xist. Şêniyên bajar û bajarokên kantona Cizîrê beşdarî festîvalê bûn. Dayik û jinên ciwan jî bi cil û bergên xwe yên neteweyî tev li festîvalê bûn.
‘ŞEHÎD ZÎLAN JI BO ME NIMÛNEYEKE MEZIN E’
Ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan Soryaz Simo axivî û got: “Em şehîd Zîlan ji xwe re nimûneyeke mezin dibînin û di têkoşîn û berxwedanê de wê ji xwe re pêşeng dibînin. Em ê bi fikrê Rêber Apo têkoşînê bidomînin ta azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin.”
‘ÇALAKIYÊ PLAN Û KOMPLOYÊN LAWAZXISTINA GELÊ KURD Û ÎRADEYA JINAN TÊK BIRIN’
Endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed di şexsa şehîd Zîlan de hemû şehîdên Hezîranê bi bîr anîn.
Remziye destnîşan kir ku armanc ji çalakiya şehîd Zîlan bidawîkirina komployên li dijî Rêber Apo bû got: “Şehîd Zîlan bi çalakiya xwee plan û komployên bi armanca lawazkirina gelê Kurd û îradeya jinan têk birin.”
Remziye diyar kir ku bajarê ku şehîd Zîlan lê çalakî kir, şahidê komkujiyên li Kurdan û kolekirina jinan e, lê çalakiya şehîd Zîlan rêya dîrokê guherand.
Remziye diyar kir ku li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo, êrişên rojane yên li dijî herêmê û binpêkirinên li deverên dagirkirî, pêwîstî bi şopandina rêya şehîs Zîlan heye.
Festîval bi çalakiyên hunerî bi dawî bû. Hunermend Axîn, Bêrîvan Botan, koma Şehîd Sakîne, koma Şehîd Mizgîn, koma şanoyê û koma Rubû El Cezîre hunerên xwe pêşkêş bikin.
“EZ NAVÊ ŞEHÎD ZÎLAN RAKIM”
Her wiha xortek û jinekî ciwan hatin ser dikê û soza tevlîbûna tevgera azadiyê dan. Jina ciwan ku navê Şehîd Zîlan rakir bi Nûçe Ciwan re axivî û wiha got: “Di vê roja pîroz di dîrokê de hevala Zîlan çalakiya xwe ya fedayî pêk anî û bû bersiv li hemberî dijmin. Ji ber vê jî min di vê rojê de xwest tevlî bibim û navê heval Zîlan rakim, tola heval Zîlan rakim. Ji bo wê jî, di dest pê kê de ji bo Serok Apo, soz didim, soz didim, soz didim.”