KASSEL – Jinên ciwan ên endamên TekoJIN (Jinên Ciwan ên Têkoşer) konferansa ku cara yekem li bajarê Kassel ê Elmanyayê hate lidarxistin, dest pê kir. Konferansa ku bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî – Serbixe Azadî” dest pê kir, bi dehan jinên ciwan ên endamên TekoJIN’ê yên li Elmanyayê dijîn, tevlî bûn.
Jinên ciwan ên endama TekoJIN’ê di Hezîrana 2022’an de li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê kongreya xwe ya li Ewropayê pêk anîn. Li vir biryarên girîng hatin girtin. Yek ji van biryaran jî ew bû ku di asta welat de xwe birêxistin bikin. Ev yek bi pêşengiya jinên ciwan ên endamên TekoJIN a Elmanyayê, bi konferansa ku îro hate lidarxistin, destpê kir.
Jinên ciwan bi coşeke mezin hatin cem hev û salona konferansê bi rengên zer, sor, kesk û mor xemilandin.
Li salona konferansê wêneyên Rêber APO û gerîlayên jin ên şehîd hatin daliqandin.
Konferans bi biryara piraniya dengan diyarî şehîd Zîlan hate kirin.
Di konferansê de bi pirtûkên Rêber APO, kovara Xwebûn û gelek pirtûkên din stand hat vekirin. Di standê de tîşort û çenteyên bi taybetî ji aliyê jinên ciwan ên endamên TekoJIN ve hatine çêkirin hatin nîşandan.
Jinên ciwan bi kincên çandî beşdarî konferansê bûn.
Konferansa ku wê tevahiya rojê dewam bike, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir.
Li dû deqîqeya rêzgirtinê, axaftina vekirinê endama TekoJin Berjîn Guneş kir.
Ev sedsal sedsala jinan e
Berjîn Guneş da xuyakirin ku di pêvajoyeke ku her saniye êrîş li ser nasnameya jinê tê kirin de jinên ciwan hatin gel hev û konferans li dar xistin û got, “Ji bo me gelek girîng e ku jinên ciwan ji her herêmên Elmanyayê beşdarî konferansê bibin.” Guneş got, “Felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî – Serbixe Azadî’ bi awayekî serkeftî pêş dikeve, ji ber vê yekê ev sedsal sedsala jinê ye. Dixwazin jinan ji nasnameya xwe dûr bixin.” Guneş, bal kişand ser girîngiya Rêbertî ku dide nasnameya jin û wiha got: “Rêber APO got, ‘Eger pêşengtiya jinê nebe em ê ti carî nikaribin xeta rast bi dest bixin. Ew jina herî nêzî azadiyê ye. Ji ber vê yekê divê em weke jin rast nêzî pêvajoyê bibin, azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bikin û bibin rêhevalên layiqê Gerîlayên Azadiyê.”
Divê em Rêber APO baş fam bikin
Berjîn Guneş bal kişand ser lîstikên sîstemê yên li ser jinên ciwan û êrîşa li ser nasnameya jinê û got, “Em weke jinên ciwan ên li Elmanyayê ji dayik bûne û mezin bûne, em ji aliyê fîzîkî ve ji axa xwe dûr dijîn. Ji ber vê yekê divê em rast têbikoşin û Rêber APO baş fêm bikin. Îro di vê pergalê de bi hezaran jin rastî şîdet, destavêtin û hwd tên. bi bûyeran re rû bi rû ye. Ji bo vê jî divê em xwe baş bi rêxistin bikin û bersivê bidin van rewşan.”
Berjîn Guneş bal kişand ku Rêber APO 25 sal in li dijî pergala îşkenceya Îmraliyê li ber xwe dide û got, “Divê em jiyan û xebata xwe nû bikin û rast nêzikî pêvajoyê bibin. Li hemberî berxwedana Rêber APO em ne temam mane. Em di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin. Guneş destnîşan kir ku jinên ciwan ji azadiya fîzîkî ya Rêber APO berpirsyar in û wiha got: “Em ne tenê di aliyê fizîkî, di aliyê psîkolojîk de jî di bin êrîşan de ne.”
Berjîn Guneş got, “Divê em fikir û felsefeya Rêber APO belav bikin û gav bi gav xurt bikin” û bi dirûşmeya “Bê Serok Jiyan Nabe” dawî li axaftina xwe anî.
Ji bo birêvebirina konferansê sê meclis hatin hilbijartin. Li ser navê YJKE Êvîn Serhed axaftinek kir.
Me ciwan dest pê kir, em ê ciwan bi ser bikevin
Êvîn Serhed bi bîranîna şehîd Zîlan û şehîdên meha Hezîranê dest bi axaftina xwe kir. Êvîn Serhed bi gotina Rêber APO ya “Me ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin” bal kişand ser rol û mîsyona jinên ciwan.
Êvîn Serhed “Em weke jinên ciwan li hemberî êrîşên dijmin ên li ser gelê Kurd di nava berxwedanê de ne. Pergal dixwaze jinan bi taybetî jî jinên ciwan li gorî daxwazên wan ava bike û destnîşan kir ku divê jinên ciwan xwe bi rêxistin bikin û ji bo azadiya fîzîkî jî divê Rêber APO bibe bersiva rast a pêvajoyê.
Piştî axaftina Êvîn Serhed, peyamên silavkirina DEM-Genç, Yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojava û rêxistina femînîst a Kolombiyayê Rodroja hatin tamaşekirin.
Ji Yekitiya Jinên Ciwan ên Rojava Berîtan Yûsif di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya kombûna jinên ciwan, xwe birêxistinkirin û lidarxistina konferansan tevî ku li Ewropayê 24 saetan di bin êrîşan de ne.
Konferans ji bo dijmin derbeyeke mezin e
Berîtan Yûsif got, “Ev konferansa ku wê li Elmanya ku yek ji dewletên Ewropayê ye ku bi fikir û felsefeya Rêber APO di pêkanîna komploya li dijî Rêber APO de cih girtiye bê lidarxistin, derbeyek mezin e li dijmin. Yûsif got, “Di pêvajoyeke wiha de pir girîng e ku jinên ciwan xwe bi paradîgmaya Rêber APO de xwe bi rêxistin bikin û perwerde bikin.” û hezkirin û silavên xwe ji jinên ciwan re ragihand.
Berîtan Yûsif di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Çawa ku jinên li Rojava xwe bi rêxistin kirin û di hemû qadên jiyanê de cih girtin û Şoreşa Jinê derxist pêş, divê jinên ciwan ên li Ewropayê dijîn jî xwe berfireh bikin û rêxistinbûna xwe belav bikin. ”
Endama Dem-Young û rêxistina femînîst a Kolombiyayê Rodroja bal kişand ser rol û mîsyona jinên ciwan û girîngiya komkirina jinan di bin heman banî de.
Piştî axaftinên silavkirinê sînevîzyona li ser pêvajoya siyasî hate nîşandan.
Piştî vê yekê li ser “civaknasiya jinê” û pêvajoya siyasî axaftin hatin kirin.
Konferansa ku bi coş û kelecanek mezin berdewam dike, dê li ser nasnameya jinê û rol û mîsyona TekoJIN-JXK (Jinên Xwendekarên Kurdistan) bê nirxandin. Piştre jî dê di derbarê pêvajoya siyasî de axaftin û biryar bên dayîn.