NAVENDA NUÇEYAN- Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî encamên çalakiyên ku di meha Gulanê de li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kirine, aşkera kirin.
Daxuyaniya HRE’yê bi vî rengî ye:
“Dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên cîhadîst ê ku dewleta Tirk a dagirker wan xwedî dike, ji roja ku bajarê Efrînê dagir kirine heya van kêliyan her cûre rê û rêbazên qirêj, di çarçoveya polîtîkayên qirkirin û komkujî meşandinê de berê xwe dane gelê me, timîtim êrişê gelê me dikin. Ji kuştinê heta girtinê, revandin, dizî, talan, desteserkirina mal û milkê gel, tecawiz, guhartina demografiyê û bi van rêbazên heyî bi sedhezaran gelê me neçar ma ji cih û warê xwe bibe, bi vî rengî sucê li dijî mirovahiyê didin meşandin. Dagirker dema van kiryarên xwe didin meşandin li pêş raya giştî û cîhanê dikin ji ber bêdengî û çavê xwe ji kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayê wê tê girtin. Vê carê tenê bi Efrînê ra xwe sînordar nake, gelê me yê Efrînê ê ku neçarê koçberiyê bûye niha li derdora Heleb, Şehba û Efrînê dimîne carekî din jî rastî êrişên hovane ê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tên. Bi rêka balafirên keşfê, bi dronên întîharî, bi obîs, tank, top û hawanan gelê me ên li ser erd, mal û milkê xwe ne rastî komkujî û êrişan tên. Dîsa di van demên dawî de li hemberî qadên gelê me lê dijî, êrişên dijmin zêde bûne. Bi taybet ji ber êrişên hewayî zarok û jin jî di nav de bi dehan mirovên me şehîd ketine. Em jî weke hêza parastinê ya gelê xwe, li hember êrîşan bêdeng namînin û çalakiyên xwe yên tolhildanê pêk tînin. Di çarçoveya van çalakiyan de, hêzên me çalakiyên bersivdayînê li darxistin.
Di vê çarçoveyê de:
1- Di 2’ê Gulanê de di navbera gundê Kîmarê û Beradê de hêzên me çalakiyek taybet li darxistin. Di encamê de 2 çeteyên dagirker hatin kuştin,1 çete jî birindar bûn.Dîsa di heman rojê de li xeta Ezazê hêzên me çalakiyek taybet li dijî baregeha artêşa Tirk li darxistin, di encamê de 2 leşkerên dagirker birîndar bûn.
2-Di 3’ê Gulanê de li xeta Marê hêzên me çalakiyek sekvanî li darxistin û di encamê de çeteyek dewleta Tirk hate kuştin.
3-Di 4’ê Gulanê de li xeta Şêrewa hêzên me çalakiyek taybet li darxistin û di encamê de tireksek dijmin hate rûxandin û 2 çete birîndar bûn.
4-Di 5’ê Gulanê de hêza me li xeta Babê çalakiyek taybet li darxist, di encama vê çalakiye da 2 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.
5- Di roja 6’ê Gulanê de hêza me li xeta Ezazê çalakiyek sekvanî li darxist, di encama vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin.
Bi giştî di van çalakiyan de, 2 leşker û 4 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 2 leşker û 3 çeteyên dagirker jî birîndar bûn. “