KOBANÊ- Di 28’emin salvegera çalakiya mezin û dîrokî ya Şehîd Zîlan de ji bo pîrozkirina vê çalakiyê û bibîranîna Şehîd Zîlan li bajarê Kobanê 3’emîn Festivala Şehîd Zîlan despekir.
Ji bo festivala ku di pêşengtiya Yekitiya Jinên Ciwan de û bi diruşma ‘JİN JİYAN AZADÎ SERBİXE AZADÎ’ de pêk tê bi sedan kes berê xwe dane Qada Jina Azad. Li gelek bajarên cuda jî ji bo beşdarbûna Festivalê hatin bajarê Kobanê. Qada Jina Azad ku di navenda bajarê Kobanê de ye bi sûretê Rêber APO, sûretê Şehîd Zîlan û alên Jinên Ciwan ve hatiye xemilandin. Qad bi şenîyan ve tijê bûye.
Festival bi axaftina berdevka Kongra Star a bajarê Kobanê Mecîla ve despêkir. Mecîla di axaftina xwe de qala girîngiya roja 30’ê Hezîran’ê ji bo gelê Kurd û jinan kir. Rastî û tekoşîna ku di şexsê Şehîd Zîlan de pekhatiye anî ziman û got ‘Şehîd Zîlan rêya azadiya gelê Kurd û jinên cîhanê geştir kir’
Piştî axaftina Mecîla, berdevka Yekîtîya Jinên Ciwan a Bakûr û Rojhilatê Sûrî Bêrîtan axivî. Bêrîtan axaftina xwe de sekin û hessasiyeta Şehîd Zîlan, di mijara Rêber APO de anî ziman û got ‘Çawa ku Şehîd Zîlan êrîşa li ser Rêbertî qebûl nekir û ev çalakiya dîrokî pêkanî, erkê em jî wekî jinên ciwan radiqalbûna Ş. Zîlan dema mijar dibe Rêbertî ji xwe re mînak bigrin û pey şopa wê bimeşin’