AMED-MAK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku êvara 27’ê Hezîranê saet di 23.00’an de trafoya şaxa tevgera taybet a Amedê bi taktîka sabotajê şewitandine.
Milisên Azadiyê Kurdîstanê daxuyaniya xwe de diyar kirin ku divê hemû ciwanên welatparêz ên Kurdistanê hişmendiya dijmin derxînin holê û bi hemû şaneyên xwe ji bo tinekirina metingeriyê li Kurdistanê bikevin nava liv û tevgerê û tevlî tevger û rêxistinbûnê bibin.
Daxuyanî wiha ye:
“Milîsên MAKê bi taktîkeke sabotajê trafoya şaxa tevgera taybet a Amedê bombe kirin.
Em neviyên bi hezaran kesên ku li çemê Zîlan û çiyayên Dêrsimê li berxwe dan û hatin qetilkirin in. Em tola bi hezaran zarok û mirovên li Helebce û Amûdê hatin qetilkirin in. Em Kurdistaneke azad deyndarê bi hezaran şehîdên ku ji Agirî heta Mehabadê li ber xwe dane û ji bo azadiya Kurdistanê têkoşiyane. Li ser vê bingehê divê hemû ciwanên welatparêz ên Kurdistanê hişmendiya dijmin derxînin holê û bi hemû şaneyên xwe ji bo tinekirina metingeriyê li Kurdistanê bikevin nava liv û tevgerê û tevlî tevger û rêxistinbûnê bibin.