BURSA- HBDH’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ji bo bîranîna 33 şehîdên Komkujiya Sêwasê li Bûrsayê çalakiyek li dar xist. HBDH’ê di daxuyaniya xwe de got, “Ev banga me ji hemû gelê Elewî re ye; Li dijî faşîzm û qetlîamên AKP-MHP’êdi nava refên HBDH’ê de xwe birêxistin bikin. Hûn ê agirê azadiyê ku hûn lê digerin di nava refên HBDH’ê de bibînin.”
“Milîsên HBDH’ê li Bûrsayê ji bo bîranîna Şehîdên Sêwas/Madîmakê çalakiyek li dar xist.
24ê Hezîranê saet di nîvê şevê de li Sîteya Hurdacılar ya navçeya Orhangazi ya Bursayê tesîseke vezîvirandinê hat şewitandin. Di dema çalakiyê de tesîs bi temamî bû ax, kepçeyek û pîkapek li tesîs û derdora wê hatin şewitandin.”