ÇILAXA – Di 14’ê Tîrmehê 1982’an de li Girtîgeha Amedê ya dewleta faşîst a Tirk, bi pêşengtiya şehîdên Mihemed Xeyrî Durmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, grevekî mirinê li hemberî polîtîkayên îşkence ku jiyana bi rûmet tune dikirin, dan dest pê kirin. Di 19’ê Tîrmehê 2012’an de jî, bi dest danîna ser saziyên hikumeta Baas ji aliyê YPG û gel ve li Kobanê, şoreşa Rojavayê Kurdistanê hat îlankirin.
Bi boneya nêzbûna salvegerên berxwedana Zindana Amedê ya 14’ê Tîrmehê û şoreşê 19’ê Tîrmehê, Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Çilaxa şahiyekî li darxist. Çalakî bi slogana “Bi rihê berxwedana 14’ê Tîrmehê emê şoreşa 19’ê Tîrmehê bi serbixin” hat li darxistin.