NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê şehadeta şervanekî xwe de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye: “Şervanê me El Eşqer El Idlibî (Yûsif Raîd El Ebid) dema erka xwe li eniyên Minbicê yên li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker de pêk dianî, mayinek pê ve teqiya û şehîd bû.
Şervanê me El Idlibî li gelek eniyan di nava refên Cebhet El Ekrad a di bin sîwana hêzên me de, tê koşiya. Li hemberî çete û hêzên Tirkiyeyê ya dagirker û terorê berxwedaneke mezin nîşan da.
Em sersaxiyê ji malbata şehîd û tevahî malbatên şehîdên xwe re dixwazin. Em ê rêka wan bidomînin heta armanc û hêviyên wan ên welatekî azad û ewle bi cih bînin.”
Nasnav: El Eşqer El Idlibî
Nav û Paşnav: Yûsif El Ebid
Navê Dayikê: Nûr
Navê Bav: Raîd
Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Idlib – Cozef, 2002
Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic-Erîma, 30 Hezîran 2024